Languages: English ‏سۆرانی‎

23. Salvegera Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê pîroz be

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi cesaret û xebat û tekoşîna endam û dost û hevkaran, kete nava 23. saliya xwe. 22 sal ji xebata bê navber ji pêxemet doza rewaya gelê Kurdistanê, 22 sal ji hewl û tekoşîna berdewam jibo bidestveanîna yekrîzî û yekîtiya neteweyî, ber bi gehiştina dîplomasiyeke neteweyî ya yekgirtî û peydakirina dostayetîya gelan ligel doza rewa ya gele kurd û Kurdistanîyan derbaz kir.

Di deme derbazbûyî da, bê rawestan hemû kongre û civatên giştîyên xwe bi şêweyekê sistematik û bi serkeftî pêkanîn. Bi sedan konferans û civînên berfireh di sazîyên navneteweyî û parlemanên welatan li ser pirs û doza Kurdistanê rêkxistin. Hezaran dîdar û çavpêketinên diplomasi bi mebesta avakirina lobî û nasandina doz û pirsa kurdistanê û piştgîrîkirinê encam dane. Li ser astê neteweyî û Nîştimanî jî bi dehan konferans û civînên rawêjî (şêwreyî) û diyalogên navxweyî rêkxistine. KNK e bûye pirek di navbera part, sazî û kesayetîyên kurd, Kurdistanî, pêkhate û bawerîyên etnîkî yên Kurdistanê da. Ev kar û xebatên han hemû bi ked û tekoşîna berdewam a gişt endam û dostên KNKê hatîne kirin. Cihê amaje pêkirinê ye ku di dîroka kurd û Kurdistanê da heta niha ti dezîyekê neteweyî û Nîştimanî mîna KNK ê me nebûye ku 22 sal bi berdewamî û bê navber ji xebata neteweyî di nav kar û tekoşînê da be. Guman tê de nîne ku bê kêmasî jî nebûye û ne gehaye wê astê ku dile me hemîya dixwazê.

Jibo ku KNK e bi hêztir bibe û bikaribe zêtir rolê xwe yê neteweyî û Nîştimanî bibîne, pêwîstî bi hewl û tekoşîna berdewam û cidîye. Pêwîstî bi dûrbînî û dîtinên stratejike, pêwîstî bi zêtir li hev gehiştina tev Kurdistanîyan heye bi hemû cudahîyên xwe ve.

KNK wek platformek, wek kenaleke giring ya tekoşînê di xebata azadîxwazîya gelê Kurdistanê da, berdewam piştgirê xebat û tekoşana Kurdistanîyên hemû parçeyên Kurdistanê bûye. Li dijî êrîş û dagîrkarîya dagîrkeran jî, her dem li ser xet bûye û rolê pêşengîya xwe li hember dîtîye û dibîne.

Salvegera damezradina KNK ê li hemû gelê me pîroz be, li giyanê şehîdên rêya azadî, serferazîya Kurdistanê û miroatiyê û malbatên wan yên bi rûmet pîroz be. li hemû wan endaman yên ku di pêngavên destpêkê da kedên hejî dan, li hemû endamên KNKê yên niha ku bi dilsozî ve di nava meydana tekoşîn û xebatê de pîroz be.

Li hemû zîndanîyên Kurdisanî, li birêz Abdula Ocalan ku bi pêşniyar û hewlên wî KNK ava bû, di zîndanê de jî dema bi parêzerên xwe diaxêvî yekem daxwaza wî ev bû digot; jibo gehiştina yekîtiya neteweyî lezê bikin.Herweaha li hemû Şervanên azadîyê, li Gerîla û Pêşmerge û Hêzên parastina gel û nîştiman pîroz be. Li riha wan endamên ku wexer kirine em hêlayî pîroz be.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê