Languages: English ‏سۆرانی‎

1ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê Pîroz be!

Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi xwuhdana enîya xwe, bi keda xwe ya helal, 1ê Gulanê kirine cejna xwe ya “Yêkîtî, Têkoşîn û Piştgirîyê” û vê gavê li seranserê dinyayê tête pîroz kirin. Bila Cejna 1ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû Cihanê pîroz be.

Cejna 1ê Gulanê, li nav kanên ber û keviran, di kolan û derêxistina rejûya sedan kîlometre li binê erdî, li ser dîwarên xanî û avahîyan, li fabrîke û zevîyên çandinê û her çeperê xebata jîyanê hatîye qazanc kirin û bi têkoşîneke xurt û mezin bi dest ve hatîye. 1ê Gulanê wekî cejn bi serê xwe, ked e, xwuhdan e, hêz e û enerjîya bîr û hizirî ya mirovahîyê ye. Rejimên zalim û zordar herdaîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşîya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, nejî xelkê serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirîye û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Xelkê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kirîye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kirîye.

Hersal gelê me û karker û kedkaran cejna 1ê Gulanê, bi coşekî mezin li meydanan pîroz dikirin. Mixabin îsal ji ber nexweşîya Corunayê (Covid-19) ev îmkan nîne. Lê çi dibe bila bibe gelê me û kedkar û karker, bi şêweyên cuda jî be, wê hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştîyê bi dengekî bilind bêjin. Kurd û Kurdistanî di 1ê Gulana îsal da jî bi wî ruhê têkoşêr û berxwedêr yê salan divêt vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.

KNK 1ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li xelkên Kurdistanê û hemû xelkên cîhanê pîroz dike.

1ê Gulanê, Cejna Karker û Kedkaran pîroz be!

Konseya Rêvebir ya KNKê