Languages: English ‏سۆرانی‎

18. Civata Giştî ya KNK’ê

18’emîn Civata Giştî ya KNK’ê li bajarê Baarlo yê Hollandayê tê lidarxistin. Civîn wê sê rojan bidome, ji Kurdistan û Ewropayê bi sedan delege beşdarî civînê bûne.

18’emîn Civîna Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Baarlo yê Hollandayê bi beşdarbûna Hevserokên KNK’ê, endam, endamên desteya rêveberiyê û siyasetmedarên Kurdistanê dest pê kir. Civîn ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Civîn wê 3 rojan dewam bike, ji Kurdistan û Ewropayê bi sedan deleqe beşdar bûne.

Axaftina destpêkirinê ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ve hate kirin, Aydar got li Kurdistanê şerekî mezin heye. Aydar wiha domand; “KNK ev 20 sal e ji bo yekîtiya gelê Kurd têdikoşe û di nava KNK’ê de partiyên siyasî û civakên baweriyê yên ji Kurdistanê cih digre.”

GER KURD BIBIN YEK WÊ TU KES LI BERAMBERÎ KURDISTANÊ NESEKINE

Piştî axafina Zubeyîr Aydar Hevserokên KNK’ê Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd axivîn. Hevseroka KNK’ê Koç bal kişand li ser êrîşên hêzên dagirker ên li dijî Kurdistanê û got gelê Kurd bi salan e li dijî van êrîşan têdikoşe. Koç wiha domand; “Bi teqez divê gelê Kurd li dijî hêzên mêtîngeriyê yekîtiya xwe çêbikin. KNK bi salan e ji bo yekîtiya gelê Kurd têdikoşe û zêdeyî partiyên Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî têdikoşin.”

Zîlan Serhat li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) axivî û wiha got; “Piştî şoreşa Rojava Kurdên ku li parçeyên cûda yên cîhanê dijîn berê xwe dan Rojava. Azadiya gelê Kurd û jina Kurd bi yekîtiyê wê pêk were. Niha ji bo azadiya gelê Kurd fersendek heye. Eger yekîtya netewî li ser prensîpên jiyana azad pêk were wê tu hêz nikare li beramberî Kurdistanê raweste.”

JI BO AZADIYA GELÊ KURD DIVÊ HEMÛ PARTÎ XWE BERPIRSYAR BIBÎNIN

Di civînê de li ser navê YNK’ê Arêz Abdûllah axivî û wiha peyîvî; “Civîna KNK’ê ji bo yekîtiya netewî pêngavek girîng e. Rizgariya Kurdsitanê tenê bi rizgarkirina parçeyekê re ne sînordar e. Divê hemû partiyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd xwe berpirsyar bibînin.”

Li ser navê PJAK’ê jî Siyamend Mîhûnî axivî û got Îran êdî bi politîkayên berê re na domîne û wiha got; “Em partiyên Rojhilat jî divê ji bo jiyanekî hevpar û demokrasî têbikoşin. Divê KNK jî politîkayên hevppar yên hemû partiyan digre nava xwe ava bike.” Piştî axaftina Mîhûnî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal peyama Endamê KNK’ê Cemîl Bayîk a ji bo civînê şandî xwend.

Bayik: Divê KNK xwe nûjen bike û bang li milyonan bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê û Endamê KNK’ê Cemîl Bayik peyameke nivîskî şande ji desteyê re ku gelek partiyên siyasî yên Kurdistanî û sazî û dezgeh lê hazir bûn. Bayik got li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan fersendên mezin ava bûne.

Bayik got, ”Îro li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan fersendên mezin ava bûne. Lê ku ev mayinde nebin wê windahiyên vê giran bin. Ji bo vê jî li çar parçeyan Kurd divê ya xwe bikin yek. KNK li ser vê mijarê divê dakeve nav hemû beşên civakê û li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat lez bide xebatan.”

PERGALA KU SEDSALA 20’AN AVA BÛYÎ FEŞKILÎ YE
Hevserokê KCK’ê di destpêka peyama xwe de ya ku ji bo desteya 18’an a KNK’ê re şandî bal kişande ser krîza cîhanî ya berdest, diyar kir ku ev krîza niha weke krîza beriya Şerê Cîhanê yê 1’ê giran e, pergala ku piştî Şerê Cîhanê yê 1’ê û 2’an hatî avakirin bi giştî feşkilî ye û li ser terisîna wê wiha got, ”Ev krîza her çendî li deverên cîhanê yên cuda bi rengê siyasî û aborî we nîşan bide jî li Rojhilata Navîn bi rengê şer xwe nîşan dide.”

Bayik ji ber sedema bi rengê şer xwenîşandana krîzê ya li Rojhilata Navîn jî got, ”Sedema pêşîn ew e ku arîşeyên li Rojhilata Navîn pir giran in” û li ser sedema duyan jî got, ”Di avakirina pergala cîhanî de cografyaya Rojhilata Navîn bi risteke navendî radibe.”

GELEK XIRABÎ HATIN SERÊ KURDAN

Bayik di peyama xwe de bi berdewamî got di encama nakokî û şerê berdest de ya li Rojhilata Navîn wê pergaleke nû ya cîhanî ava bibe, şerê niha wê hem rengê pergalê û hem jî naveroka wê diyar bike. Bayik diyar li ser karakterê şerê li Rojhilata Navîn got, ”Niha şerê li Rojhilata Navîn ku bi rengê Şerê Cîhanê yê 3’yan tê binavkirin, bi vî karakterî didome. Pergala cîhanê û Rojhilata Navîn a piştî şerê cîhanê yê 1’ê hatî avakirin li ser înkara Kurdan û Kurdistanê ava bû.”

Li ser rewşa Kurdan a bi avakirina vê pergalê û polîtîkayên hêzên hegemon ên derbarê Kurdan Bayik wiha pê de çû: ”100 salekê Kurdan xirabaiya vê pergalê dît. Ên ku ev rol dan, ku dema wê hat bi bikaranîna vê rewşa Kurdan bi yek pêngavê û ji cihê herî qels hewl dane ku rengekî dî bidine pergala herêmê. Kurd, car caran dema ku li dijî zilma li ser xwe rabûne, hemû hêzên pergalê ji bo ku Kurd ji vê rewşê dernekevin û vê asteng bikin, destek dane polîtîkayên zextê yên mêtingeran, lê dema ku hêzên hegemon bi mêtingeran re pirsgirêk jiyane, tim faktora Kurd mîna amûreke taktîk bi kar anîne.”

Bayik bi berdewamî got, ”Kurd divê hay ji vê rastiya dîrokî hebin û li gor vê têbikoşin. Heke Kurd van polîtîkayên dewletên mêtinger û hêzên navnetewî ku dixwazin li herêmê bibin hegemon baş fêhm bikin û li gor vê rewşa xwe baş binirxînin, di pergala nû ya cîhanê û Rojhilata Navîn de dikarin bibin xwedî statû û rewşeke nû. Heke vê nikaribin binirxînin encamên vê wê pir giran bin.”

KURD DIVÊ HAY JI HÊZA XWE HEBIN
Bayik bi berdewamî got, ‘Beriya her tiştî divê Kurd hay ji hêza xwe hebin û divê bi xwe bawer bin. Ji ber ku Kurd bi têkoşîa xwe ya 100 salî statûkoya Rojhilata Navîn derizandine. Hêzên hegemon li gor berjwendiyên xwe destek dane vê an jî destkeftiyên Kurdan asteng kirin. Ji bo vê jî Kurd hem divê hay ji hêz û rewşa xwe hebin û hem jî polîtîka û hedefên hêzên hegemon ên herêmê û yên dewletên mêtinger baş tespît bikin. Bêguman heke vê baş binirxînin û di polîtîkayê de afirîner bin Kurd wê ji vê pêvajoyê serkeftî derkevin.”

‘HETA KU REJÎMÊN TIRKIYÊ Û ÎRANÊ NEGUHERIN DEMOKRATÎKBÛN NABE’
Bayik ji bo reorganîzasyona pergala cihanî bal kişande ser girîngiya Tirkiyê û Îranê ya di reorganîzasyona Rojhilata Navîn de û got, ”Tirkiye û Îran nobedar û paşmêrên statûkoya Rojhilata Navîn in. Heta ku ev neyên guhartin û di rêya demokrasiyê de ti guharîn di wan de neyê kirin li Rojhilata Navîn guherînên radîkal zehmet in.”

‘KURD XWEDÎ WÊ HÊZÊ NE KU DIKARIN ROLA XWE BILIZÎN’
Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik bi berdewamî bal kişande ser rola Kurdan a di vê pêvajoyê de û got, ”Ji hêla siyasî, leşkerî û aborî nebe jî, di guherînên polîtîk de hêza ku bi kêmanî bi qasî Tirkiyê û Îranê hêzeke dî ya ku dikare rola xwe bilîze Kurd in. Heke em vegotineke rastir bibêjin li hêleke statûkoya Rojhilata Navîn û diyalektîka guherînê Tirkiyê û Îran hebin li hêla dî Kurd hene û gel û Hêzên Demokrasiyê yên ku li dora wan rêxistinî dibin. Diyalektîk wiha ye: Her ku destkeftiyên Kurdan û Hêzên Demokrasiyê zêde dibin, li Rojhilata Navîn derfetên guherîn û demokratîkbûnê mezin dibin.”

‘JI BO KURDAN TALOKE Û GEFA MEZIN DEWLETA TC’Ê YE’
Bayik bal kişande ser polîtîkayên Tirkiyê û Îranê yên li ser Kurdan û got, ”Ji bo Kurdan hêla ku em lê baldar bin ew e ku polîtîkaya Tirkiyê û Îranê ya li ser Kurdan ne taktîk lê stratejî ye. Nexasim Tirkiye hebûna Kurdan û statûya wan ji bo xwe weke tinebûnê dibîne. Ji bo vê jî têkbirina siyaseta îmha û înkarê ya ku dewleta TC’ê li ser navê mêtingeriyê temsîla wê dike, ji bo hemû Kurdan mijareke stratejîk e. Em bi rehetî dikarin vê bibêjin; ji bo Kurdan talokeya mezin ne DAÎŞ, ne El Nusra û ne jî dewletên din ên mêtinger in, ji bo Kurdan talokeya herî mezin, gefa herî mezin dewleta TC’ê ye. Heke siyaseta îmha û înkarê ya dewleta TC’ê were şikandin hem palpişta sereke ya statûkoya Rojhilata Navîn wê were hilweşandin û hem jî li çar parçeyan wê pêşî li çareseriya demokratî a pirsa Kurd vebe. Destkeftî û statûyên Rojava û Başûr jî wiha wê mîsoger bibe. Îran jî di rewşeke wiha de wê nikaribe polîtîkayên xwe yên li ser Kurdan bidomîne.’

‘HEM DERFETÊN AZDIYÊ HENE Û HEM JÎ TALOKE’

Bayik bi berdewamî bal kişande ser derfet û talokeyên şerê Rojhailta Nnavîn a ji bo Kurdan û got, ”Ev nakokî û şer hem derfetên mezin ên azadiyê bi dest Kurdan ve tînin û hem jî bi xwe re talokeyên mezin hildigirin. Feşkilîna pergala sedsala 20’an a li ser înkara Kurdan ji bo Kurdan tê maneya fersend û derfetên mezin. Kurd çendî bikaribin derfetan baş bibînin û talokeyan berteraf bikin, di hevsenga nû ya Rojhilata Navîn de dikarin bi çalakî cih bigirin, azad bibin û bibin xwedî statuyekê.”

Bayik got li pêş azadbûn û statûya Kurdan astengên mezin hene û domand, ”Bi pêşengiya Tirkiyê bi astên cuda hevkariya mêtingeran a li dijî Kurdan talokeyeke mezin e. Ji bo Kurdan du talokeyên eslî hene: Yek ji van, parçebûna Kurdan û pêkneanîna yekîtiya naxwe. Ya dî jî ew e ku Kurd doza xwe bi qasî ku têrê bike hê nebirine qadên navnetewî, li qadên navnetewî bi hêzên siyasî yên demokratîk re û gelan re hê têkiliyeke xurt nedanîne.”

Bi vê çarçoweyê Bayik li ser rola KNK’ê wiha got, ”Armanca damezirîna KNK’ê û armanca hebûna wê mijara Yekîtiya Netewî ye, pirsgirêka herî girîng a Kurdan e.”

DIVÊ KURD YEKÎTIYA XWE YA NAVXWE PÊK BÎNIN
Bayik bi berdewamî bal kişande ser rewşa parçebûnê ya Kurdan, got, ji bo ku Kurdan parçe dike û diqurpîne yan jî ji bo ku Kurdan li dij hev bi kar tîne ew nikarin hêzên mêtinger tawanbar bikin û û wiha pê de çû, ”Her wiha em nikarin hêzên global jî tawanbar bikin ji bo ku Kurdên parçebûyî ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî mîna malzemeyên taktîk bi kar tînin. Helwesta wan li gorî hişmendî û siyaseta wan a mêtinger û emperyalîst e. Berpirsê sereke yê vê rewşê, em aktorên siyasî û civakî Kurd in. Ji bo ve jî divê ev baş wer dîtin û tespîtkirin: Heke em Kurd bibin yek, ti hêzeke mêtinger nikare me înkar bike û newêrê şerê me bike. Hêzên mêtinger ên ku niha ji bo ku Kurdan tine bikin ketine pêşbaziyê wê demê ji bo ku bi Kurdan re bibin hevalbend wê bikevin pêşbirkê. Bêguman dema ku Kurd bibin yek, hêzên global jî, wê dev jê biqerin ku Kurdan di siyaseta Rojhilata Navîn ji bo armancên taktîk bi kar bînin. Bêguman, ji bo pêkhatina yekîtiya navxweyî ya Kurd di serî de KNK, gelek keda hin hêlên siyasî, beşên civakî, şexsiyetên hêja çêbûne.”

KNK DIVÊ XWE BERA NAV CIVAKÊ BIDE

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik bi berdewamî got, ”Dema ku mirov bi vê perspektîfê li pirsa Yekîtiya Netewî dinere, li gel ku xebatên KNK’ê yên heta niha kirin binirx in jî, wê were dîtin ku kêm in. Pîvana têrkirinê ne xebata zêde ye, pîvan ew e ku mirov bigihje hedefa li ber xwe. Heke me Kongreya Netewî tam rêxistinî nekiribe ev tê wê maneyê ku em kêm mane. Di vê rewşê de ya ku divê were kirin ew e ku bi hişmendî û perspektîfeke nû mirov bixebite. Weke Albert Eînsteîn gotî, ”Tim dema ku mirov heman tiştan dike mirov nikare encamên cuda bi dest bixe”. Ji bo vê jî divê em di mijara xebatên yekîtiya netewî de divê em perspektîf û rêbazên xwe nû bikin. Ev nayê wê maneyê ku KNK xebatên xwe yên berê yên berê ku li ser hin rêgezan bi partiyên siyasî û nirxan hatî cem hev rawestîne. Berevajî, divê ev bidomin. Niha ya ku divê were kirin ew e ku tenê bi partiyên siyasî re na, bi hemû cihêtiyên civakî ku neteweya me pêk tînin, bi komên dînî-mezhebî re, bi jin û ciwanan re, hemû endamên netewê li dor hin rêgez û nirxan bîne cem hev.”

DIVÊ KNK XWE BIGIHÎNE BI MILYONAN

Bayik bi vê çarçoweyê got divê ”Rêgezên Derbarê Yekîtiya Netewî’ ya KNK’ê were qeyîmkirin û her wiha KNK di rêxistiniya xwe de ber bi nûjenkirinê ve biçe. Bayik wiha got, ”Desteya Giştî ya KNK’ê, dkare wesfê xwe yê rêxistiniya navendî bidomîne, li gel vê KNK divê mijara ku xwe di nav kûrahiya civakê de rêxistinî bike, bîne rojeva xwe.’ KNK li her parçeyê Kurdistanê û li derveyî welat, divê bibe rêxistiniyeke wiha ku xwe bigihîne bi deh hezaran, sed hezaran û bi milyonan.”

Bayik her wiha bal kişande ser xebatên dîplomatîk jî û got, ”KNK weke ku li Kurdistanê wê bike, li derveyî welat jî divê rasterasts bi civakê re têkiliyê deyne, giraniyê bide xebatên dîplomatîk ên cameweriyê.”

LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN LI SER RÊBER APO DIVÊ KES BÊDENG NEMÎNE
Bayik herî dawî bal kişande ser rewşa girtîbûn û tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir li gel rewşa rêxistinî ya ku divê li ser were sekinandin, hin rojevên siyasî yên sereke heke ku divê li ser wan were sekinandin û got, ”Yek ji van rewşa girtîbûnê ya lîderê PKK’ê Serok Apo û tecrîda li ser e. Rêber Apo hem aktorê sereke yê pirsa Kur dû hem jî nirxê Kurdan e. Li bara polîtîkayên li ser Rêberekî Kurd idvê ti partiyeke siyasî ya Kurd û ti welatparêz xwe nebihistî neke. Ti nêzîkatiya li bara Rêber Apo ne takekesî ye. Her nêzîkatiyeke li bara Serok Apo bi hedefeke siyasî ye û encamên wê yên siyasî hene. Ev rasterast têkilî çareseriya pirsa Kurd e. Ne tenê ji bo çareseriya pirsa Kurd a li Bakurê Kurdistanê, ji bo têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê rewşa Rêber Apo hemû Kurdan têkildar dike. Polîtîkayên li ser Rêber Apo, tenê ne gavên TC’ê ne. Li pişt vê Pergala Rojava heye. Tecrîda li Imraliyê, nîşana wê ye ku Pergala Rojava çareseriya pirsa Kurd naxwazin.”

Bayik bi berdewamî bal kişande ser pêşwazîkirina Serokkomarê Tirk Erdogan ya di demeke wiha de ku polîtîkayên faşîst li Tirkiyê û Kurdistanê gihaştine asta herî bilind û got, ”Ji ber ku hêz û rola Rêber Apo ya di pirsa Kurd de tê zanîn, helwesta ku nîşan didin îfadeya wê ye ku di pirsa Kurd de ne xwedî polîtîkayeke çareseriyê ne. Ji bo vê girîng e bi xebatên ji bo şertên tenduristî û bi xebata azad a Rêber Apo zext li pergala Rojava were kirin. Li ser mijara polîtîkayên li Imraliyê ji bo ku hin hêzan bike tevgerê KNK dikare bi rolekê rabe. Di vê mijarê de pêdivî bi xebateke rêxistinî û bi armanc heye. Bêguman guherîneke li ser nêzîkatiya Rêber Apo, li qadê wê bandora xwe li ser azadî û statûya Kurdan bike.

Siyast îmha û înkarê ya TC’ê û rejîma Îranê jî ya ku li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dikin jî rojevên girîng in. Teşhîrkirina vê rejîmê û geşkirina têkoşîna gelê me peywirên sereke yên KNK’ê ne.”

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî got, ”Yekîtiya Netewî jî sedema damezirîn û hebûna KNK’ê ye. Heke KNK bi layiqî rola xwe bi cih bîne, bêguman wê encamên bedew derkevin holê.”

Di 18’emîn Civîna Desteya Giştî ya KNK’ê de girîngiya yekîtiya gelê Kurd hate destnîşankirin û hate gotin ku tenê bi ne beşdarbûna 1-2 partiyan lidarnexistina Kongreya Netewî şaş e.

18’emîn Civata Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di roja 2’an de li bajarê Baarlo yê Hollandayê didome. Hevserokên KNK’ê , endam û edamên desteya rêveberiyê, nûnerên partî û rêxistinan ên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî civînê bûne. Di civînê de têkildarî çareseriyên krîza li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gotubêj hatin kirin.

DIVÊ PARTÎ JI BO AZADIYA KURDISTANÊ TÊBIKOŞIN
Partiya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Kurdên Anatolya Navîn, nûnerên Êzidî û Suryan qala girîngiya Kongreya Netewî kirin. Di axaftinan de hate gotin ku gelê Kurd di sedsala 21’an de fersendekî zêrin bi dest xistine, divê hemû partiyên Kurdistanê berjewendiyên gelê Kurd bihizirin û ji bo azadiya Kurdistanê têbikoşin.

Di axaftinan de hate gotin ku sekna parçebûyî gelek zirar dide gelê Kurd û ger gelê Kurd di nava xwede aştiyê pêk neîne azad nabe. Hevparên Desteya Giştî ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî bang li PKK, PDK, YNK û partiyên din ên Kurdistanê kir. Tenê nebeşdarbûna 1-2 partiyan ne lidarxisitna Kongreya Netewî gelek şaş e.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û got êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd didomin û wiha pê de çû;
“Li dijî van êrîşan gelê Kurd ê li Ewropa dijîn divê rol bileyzin. Li Ewropayê zêdetirî 3 mîlyon Kurd dijîn. Divê li Kurdistanê ku niha 3’emîn Şerê Cîhanê tê kirin li dijî êrîşan hê bêhtir li Ewropayê çalakî û dîplomasiyê xurtir bikin. Koç bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got; “Divê azadiya Ocalan ne tenê weke azadiya şexsekê were dîtin divê weke azadiya gelê Kurd û Kurdistanê were hizrandin. Ji bo azadiya Ocalan wê 9’ê Mijdarê li pêşiya Komîteya Pêşîlêgiritna Êşkenceyê (CPT) çalakî were kirin û divê hemû partî û saziyên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bibin.”


KNK’ê belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê weşand

Di belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî de ku pêşkêşî Civata Giştî ya KNK’ê hate kirin tê gotin “Hewcehiyeke jiyanî ya doza Kurd û Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî heye. Êdî di navbera hêzên neteweyî de avakirina zemîn û kanalên diyalogê karekî zerûrî ye.”

18. Civata Gişî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi nêrîn û pêşniyarên delegeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyan qediya.

Civata Giştî ya KNK’ê îro qediya. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Lubnan û gelek welatên Ewropayê, nûnerên KNK, YNK, Tevgera Goran, tevgerên Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Suryanî, rêxistinên jinan, Elewî, Êzidî, Zerdeştî, Yarsanî, Hewreman û Feyîlî beşdarî civata giştî bûn. Di civînê de li ser yekîtiya gelê Kurd, girîngiya kongreya neteweyî, şerê li Kurdistanê, dagirkeriya li Efrîn û Kerkûkê, êrîşên dewletên Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd û li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrîn û pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

STRATEJIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ

Belgeya ku di civînê de li ser Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê hate amadekirin, ji aliyê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ve hate xwendin. Belge ji bo yekîtiya gelê Kurd, pêkhatina kongreya neteweyî û aştiya navxweyî hate amadekirin. Di belgeyê de ev nêrîn û pêşniyar cih digirin:

“Têkoşîna di navbeyna hêzên Kurdistanê û dewletên kolonyalîst de gihiştiye qonaxeke nû. Ev pêşhatine, tifaqa navxweyî ji her demê zêdetir elzem dike. Heta îro ji bo vehûnandina yêkitiya neteweyî gelek kar hatine kirin, gav hatine avêtin, lê mixabin ku heta niha platformeke ku hemû hêzên neteweyî li hev bicivîne, ava nebûye. Piştî tecrûbeyên tahl yên demên borî, îro şuûra yekîtiya neteweyî di bîr û hizira xelkê Kurd de bilind bûye û xelkê me vê yêkê li ser milê pêşengên polîtîk ferz dike.

Di serdema heyî de doza Kurd û Kurdistanê hewcehiyeke jiyanî bi yekitiya neteweyî heye. Êdî di navbeyna hêzên neteweyî de avakirina zemîn û kanalên diyalogê karekî zerûrî ye. Divê zemînekî ku hemû hêzên neteweyî pêkve girêdide rojek zûtir bê avakirin. Digel vê yêkê, norm û rêzikên ku pêkve hêzên neteweyî li ser berjewendiyên neteweyî girêdide divê bêne tesbîtkirin û di jiyana pratîk ya polîtîka neteweyî de bêne serdestkirin. Bi vê armancê, em wekî KNK, vê ‘Belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî’ pêşniyar dikin ku di bîr û rehiya giştî ya neteweyî de bi berfirehî bê axaftin, gotûbêj û riberiz li ser bê kirin û encameke di xêra neteweya Kurd de bê bi destxistin.

STATUYA KURDISTANÊ Û REWŞA GELÊ KURD

Kurdistan koloniya navneteweyî ye li Rojhilata Navîn. Digel nîrê kolonyalîzma dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ya li ser stuyê xelkê Kurd, çar parçetî jî dewam dike. Neteweya Kurd di bin destê van dewletên dagirker û kolonyalîst de ye û ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk hatiye bêparkirin. Her wiha bi dereceyên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê, polîtîka şer, îmha û inkarê bi israr tê domandin.

Di nava Iraqa Federal de, Kurdistana Federal. Lê belê, reftar û pozisyona hikumeta Iraqa Federal ya merkezî ya ‘de facto’, ‘antî Kurdistan’ ji bo doza bi giştî ya Kurdistanê û mafên neteweya Kurd, di nav xwe de potansiyela tehlîkeyê disitirîne. Lewma di vî warî de jî divê hişyariya neteweyî bilind bê girtin.

POZÎSYONA DÎNAMÎKÊN NAVXWEYÎ Û DERVE DI NAVA STRATEJIYA NETEWEYÎ DE

Bi seferberkirina pêkve hêzên neteweyî û têkoşîneke bi rê û metodên meşrû yên polîtîk, rizgarkirina Kurdistanê û azadkirina neteweya Kurd û xelkên Kurdistanê ji bindestê dijminên dagirker û kolonyalîst maneya ‘stratejiya neteweyî’ îfade dike. Di tesbîtkirina ‘stratejiya neteweyî’ de xala bingehîn û tayînker ‘berjewendiyên demokratîk yên neteweyî’ ne.

Bi navê xelkê Kurd û kêmaniyên din, hemû organîzasyonên sosyo-polîtîk ‘civakî-siyasî’, sosyo-kulturel ‘civakî-çandî’ û sosyo-ekonomîk ‘civakî-aborî’ yên neteweyî, kesayetiyên polîtîk û ronakbîr, ‘wekî hêza mezin ya neteweyî’, terkîba civakî ya ‘stratejiya neteweyî’ pêk tînin.

Hêzên navneteweyî jî polîtîkên xwe yên li ser Kurdistanê, ‘dîrekt’ an ‘îndîrekt’, li goreyî berjewendiyên xwe yên jeostratejîk di rê dibin. Li ber vê rastiyê, divê balansa reelpolîtîka cîhanê li ber çavan bê girtin û ji bo xizmeta berjewendiyên neteweyî û aştiya Rojhilata Navîn, hisaba ‘tifaqên piralî’ bê kirin.

POZÎSYONA DEWLETÊN DAGIRKER

Dewletên dagirker li gorî berjewendiyên xwe yên dewletî, dijî hevdu di nav rekabet û rikeberiyê de ne. Belêm li ser xalekê berjewendiyên wan hev digirin û bi hev re hereket dikin. Ew jî Kurdistan û bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Dewletên dagirker hem yek bi yek polîtîkên xwe yên dijî neteweyê Kurd pêk tînin û di rê dibin, hem jî bi hev re û bi koordîne polîtîkên xwe yên hevpar ên dijî Kurd û Kurdistanê di pratîkê de bi cih tînin.

POZÎSYONA NETEWEYA KURD Û GELÊN DIN ÊN KURDISTANÊ

Dijî vê konsepta nû gelek normal û heq e ku dînamîkên neteweyî jî divê di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de bi hev ra û bi koordîne hereket bikin. Karekterîstîkên ‘parçeyî’ hêj bi timamî ranebûne, lê zeîf bûne. Digel hindê, dewletên dagîrker van tixûbên di nav xwe de, dijî bizava neteweyî ya xelkê Kurd dibezîne. Divê hêzên neteweyî yên Kurd jî beramberî vê polîtîka nû ya dewletên dagirker, xwe li ‘tixûbên destkir’ negirin, tixûban bibezînin û piştevaniya hev bikin û di şkandina vî cepheyê dagirkeran de, bi rengê eniya neteweyî têbikoşin. Karekterîstîka nû ya şoreşa Kurdistanê ev e û divê li goreyî vê konsepta nû bê hereketkirin.

Li milê din, neteweyê Kurd di nav proseseke şoreşê de ye. Karektera şoreşa Kurdistanê neteweyî û demokratîk e. Neteweya Kurd dijî van dewletên dagirker, li milekê şer û têkoşîneke neteweyî dide, li milê din jî di nav civata xwe de ji bo bi cih kirina sîstemê demokratîk dixebite. Di vê konsepta neteweyî de, bask û çeperên dînamîkên şoreşa neteweyî û demokratîk a Kurdistanê fireh in. Hemû çin û navçîn, grûb û kategoriyên civatê yên dijî sîstemê dagirker û kolonyalîst, di armanca şoreşa neteweyî de tifaqdar in.

Armanca ku hemûyan digihîne hev; rizgariya Kurdistanê û azadiya neteweya Kurd e. Di vê armancê de cihê kêmaniyên din ên Kurdistanê, (Asûrî, Ermenî, Cihû, Ereb, Tirkmen, Azerî û Tirk) jî heye. Ew jî tifaqdarên neteweyê Kurd in û azadî û rizgariya wan jî bi azadî û rizgariya neteweyê Kurd ve girêdayî ye. Lewma dijî vî sîstema hov a kolonyalîzmê, divê pêkve xelkên Kurdistanê bêne seferberkirin û organîzekirin. Berjewendiyên wan hemûyan di hilweşandina sîstemê kolonyalîst de yek e û divê di nav espriya cephegiriya neteweyî de hev bigirin û hêzên xwe bikin yek.

BIRYARA LI SER MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE

Di merheleyên şoreşê de, li gorî rewş û konjonktura navxweyî û ya derve, li gorî hêz û şiyan û îmkanên neteweyî dikare ihtimalên kêm zêde ji hev cuda derkevine pêşiya bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Kurdistanê. Mafê neteweya Kurd e ku biryara ‘tayînkirina çarenivîsa xwe’ bi xwe bide. Eve dikare otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be. Di têkoşîna bidestxistina van armancan de, mafê xelkê Kurd heye ku her reng parastina rewa bi kar bîne. Xelkê Kurd her wisa di têkoşîna azadî, wekhevî, dad û dadyariyê de terorê red dike û bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovî ve girêdayiye.

DI TÊKOŞÎNA NETEWEYÎ DE POZÎSYONA STRATEJÎK

Hêz û dînamîkên neteweyî divê di van xalan de beramberî hevdu bi biryardariyeke bilind berpirsiyar bin:

1. Berjewendiyên neteweyî yên demokratîk divê di serê her tiştî de bêne girtin.

2. Hebûnên neteweyî divê bêne parastin û lê xwedî derkevin û rêz li sembolên neteweyî bê girtin.

3. Di têkoşîna dijî dewletên dagirker û kolonyalîst de, li ser hesaba rêxistinên din ên neteweyî divê nekevin nav hesabên teng û rêxistinî.

4. Digel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be di nava diyalogê de bin.

5. Piştevaniya hêzên neteweyî di dereceya herî bilind de bê ragirtin.

6. Kerkûk û hemû tixûbên Kurdistanê beramberî dagîrkeran her bi çi metodî be bi hev re bêne parastin.

7. Şerê di navbeyna hêzên neteweyî de, wekî sûcê neteweyî bê qebûlkirin.

8. Her kîjan hêza neteweyî li ser têkçûna hêzeke din a neteweyî bikeve nav pratîkeke şaş, divê wekî alarmeke sor bê qebûlkirin û beramberî vê ji rêya neteweyî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî di nav alarmê de bin û refleksa parastina berjewendiyên neteweyî bi rengekî aktîv û lêveker nîşan bidin û rê li ber şkestina navxweyî ya neteweyî bigirin.

9. Ji bo ku yekitiya neteweyî ya demokratîk mayînde bibe, divê organîzasyonên wekî meclis, platform, kongre û yên din bêne pêkînan.”

Piştî ku belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê hate xwendin, delegeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyan nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

18. Civata Giştî ya KNK’ê li dû nîqaşên berfireh qediya. Di dawiyê de dirûşmên “Bijî yekîtiya Kurdan”, “Jin jiyan azadî” hatin qîrîn. Encamnameya civata giştî jî tê payin ku piştî çend rojan bê eşkerekirin.

ANF Images

ANF Images

ANF Images

ANF Images

ANF Images

ANF Images

ANF Images

ANF Images

 

ANF Images