Languages: English ‏سۆرانی‎

15 Gulan: Cejna Zimanê Kurdî

15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. îsal di nav rewşeke taybet da ev cejin tê pîroz kirin.

Dewletên Tirkîye, Iran û Sûriya zulma xwe ya li ser neteweyê Kurdan sist nekiriye û naxwazin sist bikin, Kur d û Kurdistanî jî bona bi destxistina mafên xwe yên bingehîn li dijî van dewletên dagî rker berxwedana xwe didomînin.

Gelê Kurd bi salan e ji bo domandina hebûna xwe têkoşîneke xurt dide. Di pêvajoya vê têkoşînê da çeperê zimanî her tim di serî da bûye.

Ji ber ku dagîrkeran têkbirin û helandina gelê Kurd bi birandina zimanê wan ve girêd aye, bona vê yekê giring e ku Kurd li ser pirsa perwerdeya Kurdî rawestin û li ber xwe bidin Zimanê me stêrka geş a li asmanê welatê me ye, heke ev stêr birije û nemîne ti wate ji hebûna Kurdan re li se r vê erdnîgariyê jî namîne, bi vê ruhê û di van rojên teng da bi rê û rêbazên cuda gereke em cejna zimanê şêrînê kurdî pîroz bikin û hişiyarî û hiş mendîya çand û zimanî di nava gel de xurt bikin.

Pêwîste rê li ber perwerdeya bi Kurdî bê vekirin û ji bo vê yêkê di serî de partî û saziy ên me û di pey re jî her welatiyek Kurd gereke xwe berpirsiyar bibînin, bona vê armancê pêwî ste Kurd li Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bikin. KNK
di vî warî da timî bala hêzên neteweyî kişandîye û dikêşê ser vê pirsa jîyanî.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê bi vê bîr û hizirê, pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî y ên îsal bi diruşma “Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî erkê neteweyî ye ” daye dest pê kirin.

Komisyona Ziman, çand û Perwerdeyê ya KNKê
15 Gulan 2021